Rêzimanê Kurdî - Selîm Biçûk |
Rêzimanê Kurdî - Selîm Biçûk PDF
Pêşgotin
Gelê Kurdistanê ji berbanga dîrokê ve di bin nîrê bindestiyê de êş û zorê dikişîne. Her tiştên Kurdan ketine ber bayê talan û wêrankirinê. Badev û firtoneya koledariyê serax û binaxa me bi bêbextî dimale. Dijmin, kelepor û kevnetoreyê me jibo xwe bi kar tîne. Hebûn û kesbûna me di bin seqem û berfa mêtingeriyê de dilerize û bêçare hêdî hêdî diçilmise û tê pişavtinê. Zimanê me jî, mîna endamekî bingehîn ji hebûna me ya netewî dibe armanca êrişên hovane. Jiber ku ziman hêlîna gel e. Hêlîna dîrok, çand, tore û hemû nirx û bihayên netewî ye. Lew re bûye armanca yekemîn ji lêdanên mêtingeran re. Jibo ku dijmin gelê me ji meydanê rake, lêdana mirinê avêtiye zimanê kurdî. Lew re baş zanibû ku kuştina zimanê kurdî, kuştina netewa kurd bi xwe ye. Kuştina kurdayetî û kesbûna kurdî bi xwe ye. Ev rastiyek e ku mirov nikare jiber çavan bixe. Di dirêjahiya dîroka Kurdistanê de, dijmin ev ramyarî bi rê ve biriye. Di dema serdariya Ereban de, Omerê Kurê XETAB, zimanê kesê ku bi kurdî dipeyîvî jê dikir. Herwiha piştî binkevtina serhildana Dêrsimê, pêşniyaza I. INONU ew bû ku qirkirinên sipî bên pêkaninê. Jibo kuştina giyana serhildêr û berxwedêr li cem Kurdan qişleyên leşkerî hatin avakirinê û sêwiyên ku dê û bavên wan hatibûn kuştinê bi mejî û ramana kemalî tê de hatin xwedîkirinê. Armanca yekemîn ji van dibistanên di nav qereqolên leşkerî de ew bû ku tore, ziman, dîrok û kesbûna Kurdayetî bi nifşên kurdî bidin jibîrkirinê. Lê tevî van êrîş û qedexekirinan jî, zimanê kurdî liber xwe da. Di çiya, şikeft û asêgehên Kurdistanê de, ji hêla gelê Kurdistanî ve hat parastin. Ev jî, encama resenî û xwezayiya zimanê kurdî û taybetiyên gelê kurd in.
Zimanê me zengîn, pak, ciwan û xweş xwe gihand îro, lê mixabin ku heta niha abc û rêzimaneke yekbûyî û hevgirtî jibo wî peyde nebûye. Ev jî, ji rewşa bindestîya welat tê. Bi tenê ev daxwaz di nav welatekî serbibxwe û azad, ji hêla dezgeheke netewî ve pêk tê. Îro hoyên xweyî û babetî derfet û karînan didin jibo birêvebirîna vî karî. Di vê derbarê de pêwîst e, ku herkes çi dizane bide gelê xwe. Lew re ku pêdiviya zimên jibo Kurdan mîna xwarin û vexwarinê ye.
Gelek rewşenbîr û zimanzan ji vê xebatê ditirsin. Çêkirina rêzimanekî bê kêmayî dikin bihane û li dijî vî karî derdikevin. Gelek jî, dityarên nexweş yên mîna :" Pêwîstî bi gelek zimanzanan nîn e " tînin ziman. Zimanzanî jî, mîna her zanistîşax merc û hoyên wê hene. Lêkolînên ku dibin, giring e bi awayekî zanistî bin.
Ez jî, mîna kurdekî welatperwer xwe berpirsiyarê pêşvebirina vê xebatê dibînim. Li gor karîn û derfetên xwe, çiqas kêm bin jî, ezê xwe berdim nav gulistana zimanê Kurdî. Xwe bi gul û çîçekan bixemilînim. Herdem jî, mezintirîn mamosteyê min di vê derbarê de zimanzan û têkoşerê serxwebûn û azadiya Kurdistanê Osman Sebrî ye.
Min rêzimanê CELADET BEDIRXAN bingeh girtiye û bi dîtinên zimanzanên din temam kiriye. Di gelek cihan de min kêmayî li gor ramana xwe dagirtine. Helbet, ev lêkolîn ne bê kêmayî ye, lê hêviya min ew e ku bigihîje armanca xwe û xwendevanên zimanê kurdî jê sûd bigirin.