FERHENG SOMERÎ - KURDÎ & KURDÎ - SOMERÎ
Amadekirin
Mame ELI & Süleyman YILDIRIM
Çapa Yekemîn
Pûşper 2011
Çapxane
Berdan Matbaacılık
Gelê Kurd di bîr û baweriya xwe de, di jiyan û tevgera xwe de pêş ketiye; bi vê pêşketina xwe re tixûbên hişmendî û qada ramangeriye jî berfireh û tundtir kiriye. Vê rewşa civaka gelê Kurd rasterast li ser Zimanê Kurdî jî bandorê dike. Edî ziman bi tenê zimanê jiyanê û zimanê axaftinên rojane nîn e. Zimanê Kurdî bi pêşketinên civakî re qadê li xwe fireh dike û pêre berê xwe dide nûjeniyê.
Dema ku berê xwe bide nûjeniyê divê li raboriya xwe jî vegerê.
Raboriya Zimanê Kurdî li ku ye, di kîjan derê de ye?