كتب كردية مجانية كتب كردية مجانية
recent

آخر الكتب

recent
random
جاري التحميل ...

FERHENGA EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK - Teza Lîsansa Bilind

Ferhenga Edebîyata Kurdî ya Klasîk

Teza Lîsansa Bilind
FERHENGA EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK
Amadekar
Erdoğan ALPARSLAN
Şêwirmend
Dr. Öğr. Üyesi Faruk KAZAN


Diyarbakır-2021

KURTE

 Ferheng çi ye û çawa derketiye meydanê ji destpêkê heya îro ev pirs têkirin. Di vê xebatê da em bi awayekî kurt li ser van pirsan sekinîn. Bi nêrîneke dîrokî me li edebîyata Rojhilatî da nivîsandina ferhengên menzûm li gor demên wan rave kir. Piştra jî me behsa ferhengên kurdî yên menzûm kir. Piştra jî me di dîwanên 

klasîk da peyvên erebî, farisî, tirkî û peyvên di kurdî îro da kêm kara tespît kir û xal bi xal wateyên wan bi kurdîya kurmancî nivîsand. Ji bo çêkirina vê tezê pêşî pirtûkênklasîk yek bi yek hatine jenandin piştra jî peyvên bîyanî û kurdî yên êdî ne kara yan jî kêm kara hatine tespît kirin û piştra jî wateyên wan peyvan di ferhengên kurdî û yên bîyanî da hatine dîtin û qeyd kirin. Edebîyata klasîk bi piranî bi helbestî ye, ji ber vê me xebata xwe bi piranî li ser dîwanên klasîk domand. Me di destpêkê da behsa armanc û çarçova tezê kiriye. Piştra jî em li ser rêbaz û çavkanîyên tezê sekinîn. Di 

bin xala sêyem da jî me bersiva ferheng çi ye û di edebîyata neteweyên misilman da kengî ferheng hatine nivîsandin û di kurdî da heta niha çend ferhengên mezmûn hatine nivîsin, me bi kurtasî bersivên van pirsan da. Ji ber belavbûna û pirbûna çavkanîyan ji bo amadekirina ferhengeke wiha da arîşeyên mezin derdidexe meydanê. Ji bo çareserkirina astengîyan me girîngî da kronolojîye. Beşa duyem da jî me bi tîpên Latinî tîp bi rêzeke alfabetîk rêz kir. Hin peyv xwedî çend wateyan bûn me ev jî xal bi xal nîşandan. Hin peyv di kurmancî û soranî û farisî da bi wateyên cuda kara bûn ji ber vê me rayekên hin peyvan bi sembola van zimanan nîşanda. Ji bo famkirina peyvan me rayeka hin peyvên erebî jî dîyar kirin. Di encamê da jî me bi kurtasî behsa serpêhatîya xebata xwe kiriye. Armanc û hevîyên xwe yên ji bo vê tezê dîyar kiriye. Ev ferheng ji bo têgihîştina klasîkên kurdî hatiye amadekirin ev nêrîta ji Ehmedê Xanî dest pê kiriye îro bi vê ferhengê ve ev tradisyonê dewam bike. 

Peyvên Sereke

Ferheng, Ferhengsazî, Ferhengên menzûm, Ferhenga Edebîyata Klasîk 

Edebîyata Klasîk, Kurdî, Erebî, Farisî






عن الكاتب

limatha

التعليقات


اتصل بنا

شكراً لاشتراكك بالقائمة البريدية على مكتبنا

Mohon Aktifkan Javascript!Enable JavaScript

عن المكتبة والموقع

موقع كتب كردية مجانية، تم إنشائه عام 2014 من قبل السيد هيجا طوبال حمو.
تم إنشاء موقع كتب كردية Pirtûkên Kurdî لنشر الثقافة الكردية بين أبناء الشعب الكُردي ولكي يتعرف علينا الشعوب الاخرى ولنشر أكبر عدد من الكتب الالكترونية مجاناً ولسهولة الوصول إليها، وطبعاً هذا الموقع هو الأول من نوعه على شبكة الانترنيت حيث يتخصص الموقع بجمع الكتب الكردية بكل لغات العالم.

عدد زوار الموقع حتى اليوم

جميع الحقوق محفوظة

كتب كردية مجانية