Mişk û Mirov-John Steinbeck
MIŞK Û MIROV
John Steinbeck
Werger: Firat Cewerî
Weşanên NÛDEM
Çapa Yekem 1993
John Steinbeck
(1902-1968)
Digel ku dîroka Amerîkayê ne ewçend dirêj e jî, dîsan Amerîkayêgelek nivîskarên nemir derxistiye. Jack London, Ernst Hemingway,
Faulkner,John Steinbeck, Mark Twain û gelekên din. . . Lê car caranmîna ku John Steinbeck hatibe jibîrkirin, navê wî mîna navê Faulkner û Hemîngway nayê bihîstin. Xelatgirê Nobelê yê 1962*an JohnSteinbeck, ne bi tenê di çapa Amerîkayê de, herweha di çapa dinyayê
de jî nivîskarekî mezin û xwediyê cihekî bi rûmet e. Xwendevanênkurd wî bi romana wî ya hêja The Grapes ofWrath " Tiriyên Xezebê"
nas dikin. Digel ku John Steinbeck bêhejmar berhemên mîna TiriyênXezebê afirandine jî, dîsan ew bêtir bi vê romana xwe ya kuri Of
Mice andMen "Mişk û Mirov" tê naskirin.