Rêziman a Kurdî ( Zaravayê kurmancî)
Reşîdê Kurd
Lille - 1996
Ji pêşgotinê: eger Basile Nikitine dibîne ku Maurizio Garzonî, Fileyê Îtalî, bavê Kurdnasiya Ewrupa ye, em dikarin wî bavê rêzimana kurdî jî deynin. Maurizio Garzonî şandiyarekî File yî olparêz bû. Di sala 1762 de, çû bû navça Mûsilê, pê re çû bû li Amêdiyê nêzîkî bîst sala rûnişt bû, Amêdî hîngê paytexta Mîrîtiya Behdînan bû. Di vegera xwe de, M. Garzonî pirtûkekê bi sernivîsa, Grammatica e Vocabolario Della lingua Kurda ( Rêziman û ferhengoka zimanê kurdî) li Romê sala 1787 belav dike. Têde hin bingehên rêzimana kurdî û ferhengokekê datîne.
Yekemîn rêzimana ku ji aliyê kurdekî de hatî nivîsandin a Se'îd Sidqî Kaban e. Sernivîsa pirtûkê Muxtesirî serf û nehiw î kurdî bûye, li sala 1928, li Bexdadê belav bûye. Salekê pê re Tewfîq Wehbî Destûrî zimanê Kurdî belav dike.
Mamo Cûmî - Parîs - 1991