Folklora Kurdên Azerbaycanê
Nofal Shirinov
Armanca vê xebatê li ser hinek nimûneyan danasîn û teswîrkirina folklora kurdên Azerbaycanê ye ku wek “Kurdistana Qafqasyayê” jî tê dîtin. Cih û warên ku
kurd lê dijîn di serdema “Sowyet”ê de wek “Kurdistan” dihat binavkirin ku di nav xwe de herêmên Laçîn, Kalbajar, Qubatlı, û Zengîlan dihewandin. Kurd heta salên 1990î jî li van navçeyan dijîn, lê piştî şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ku piştî hilweşîna Sowyetê rû da piraniya kurdan koçî nava Azerbaycanê kirin. Di nav demên borî de kurdan, ji ber sedemên siyasî û civakî zimanê xwe ji bîr kirine û îro bêhtir bi zimanê azerî diaxivin. Her weha hêmanên çandî jî rastî
asîmîlasyonekê hatine û car caran ji hêla azeriyan ve wek “hêmanên çanda azerî” tên
dîtin. Aliyekî girîng ê vê xebatê jî li gorî me ev e ku derbarê folklora “jibîrbûyî” ya kurdên azerbaycanê bidin naskirin.Ev xebat, ji bilî pêvekê, ji sê beş û encamê pêk tê. Di beşa yekem de ku wek “destpêk”ê hatiye binavkirin, mijar, rêbaz, armanc û girîngî û her weha pirsgirêkên têkildarî xebatê hatine dayîn.
Beşa duyem, bi kurtasî li ser erdnîgarî û dîroka “Kurdistana Qafqasyayê” disekine. Di vê beşê de me behsa dîroka kurdên Qafqasyaya pêş kiriye. Ji bo ku were zanîn ka ji ber çi em dibêjin “Kurdistana Qafqasyayê” ev yek pêwist bû. Di beşa seyem de me behsa hin nimûneyên folklora kurdên Azerbaycanê kiriye. Di nava van nimûneyan de adet û toreyên, Newroz, cejna çarşema avê, cejna çarşema agir, cejna çarşema bayê, cejna çarşema axê, cejna Xidir Nebî û lîstokek ku di cejna Newrozê de tê lîstin cih digire. Di vê beşê de adetên dawetê, merasîma ji dayîkbûne, adetên şînê, baweriyên gelêrî, nimûneyên du lîstoka û sê şano cih digre. Her wisa di nava baweriyên gel de me cih daye bawerî û nojdariya gelêrî jî.